Li Dêrsimê pireke dîrokî hat dîtin

Li Dêrsimê pireke dîrokî hat dîtin

.

A+A-

Li navçeya Mazgêrd a ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di kar û xebata paqijkirina çem de pireke dîrokî ya ji keviran derket dolê.

Li gor agahiyan dema tîmên Rêveberiya Karûbarên Avê yên Dewletê (DSI) ser bi Wezareta Çandinî û Daristanê li taxa Elti Xatunê dema kar û xebatên paqijkirina çem dikirin rastî pireke dîrokî hatine û bo Rêveberiya Muzexaneya Dêrsimê hatiye ragihandin.

 

Wêne: AA

Tîmên girêdayî Muzexaneyê li cihê ku pir hatiye dîtin lêkolîn kirine û di encama lêkolînê de derketiye ku pireke ji keviran e û dîroka wê vedigere beriya zayînê nêzîka sedsala 13an.

Rêveberiya Çand û Geştê ya Dêrsimê ragihand ku bi armanca tomarkirina plan û taybetmendiyên vê pira dîrokî ya ji keviran dest bi kar kirine.

 

Wêne: AA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin