10 kanalên TV li ser satelata TURKSATê hatin derxistin
PAKê bi daxuyanîyekê ev biryara TURKSATê bê bingeh û gayrî-meşrû îlan kir
A+A-
Kanalên Hayatin Sesî TV, Azadî TV, Jiyan TV, Van TV, TV10 û Zarok TV di nav de weşanên deh televîzyonan di çarçoveya "Biryara di Hikmê Qanûnê" de weşana wan a li ser satelata TURKSATê hatin derxistin û reşkirin ku di nav de televîzyonên kurmancî û dimilkî hene.
Buroya Ragahandin û Çapemanîya PAKê bi daxuyanîyekê ev biryara TURKSATê bê bingeh û gayrî-meşrû îlan kir û got; ev bêtehamulîya dijî pir dengî û pir rengîyê ye û herweha darbeyaka li dijî azadîya weşanî û mahdûtkirina mafê demokratîk e.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin