12 çekdarên DAIŞê li Dêra Zorê hatin kuştin
Di encama êrîşeke Hevpeymaniya Navdewletî de, li gundewarê Dêra Zorê, 12 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û di nav wan de serkirde jî hene.
A+A-
Ajanseke ser bi opozisyona Sûryê ve ragihand, di encama êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî de, li ser bingeheke çekdarên DAIŞê li bajarê El-Şef'e li gundewarê Dêra Zorê, 12 çekdarên wê girûpê hatin kuştin û di nav wan de serkirdeyek bi navê Ebû Ews El-Ozbekî hebû û yên din jî xwedî regeznameyên Ewropî û Efrîqî bûn.
Duh jî Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku di encama êrîşeke Hevpeymaniya Navdewletî de, li ser zeviyê Tenek yê petrolê li derdora Dêra Zorê, 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin