120 saliya xwe de Mele Mistefa Barzani li Stockholmê hat bibîranîn
.
120 saliya xwe de Mele Mistefa Barzani li Stockholmê hat bibîranîn
Komîteya Swêd ya PDKê ji bo 120 saliya salvegera rojbûna Mele Mistefa Barzaniyê nemir bi ahengekê pîroz kir.
Aheng bi axatina xêrhatinê ya berpirsê PDK li Swêdê, Îsa Feyli dest pê kir. Dû re berpirsê Liqê 6 bîrêz Enwer Mesîfî, axaftinek pêşkeş kir. Dû wî de Serokê Hevkariyê Ali Jouma axaftin kir. Gelek partiyên siyasî û sivil birûsk şandibûn.
Dure panelek bi Moderatorîya Nasret Hecî , beşdarê semînerê, Dr. Abdulbasid Seyda, Doçent Ekrem Önen ú Niviskar Hemid Gewherî li dar ket. Panel li ser tekoşîna Nemir Barzanî xebata wî ya doza Kurdistanê bû.
Gelek nûnerên partíyên siyasî, dezgehên sivîl, mîna Hevkariya Hêzên kurd û Kurdistanî li Swêdê, Federasyona komeleyên kurd li Swêdê, Diakurd, TDK-Tevger, Rawenda Kurdistanî, PAK û gelek kesayet, dost û piştgirên PDKê beşdarî semînerê bûn.
PAK-Swêd bi peyama li jêre pîrozbahiya, ahenga 120 saliya Mele Mustafa Barzanî kir.
Beşek ji peyama PAK Swêdê eve...
Peyama Partiya Azadiya Kurdistanê - PAK-Swed
Silav ji jiyana têkoşer, rêber û serokê netewa Kurd Mele Mustafa Barzanî re
Jiyana Mele Mustafa Barzanî, perçeyeke herî girîng a têkoşîna gelê Kurd e. Mele Mustafa Barzanî yê nemir ne tenê serokê partiya xwe, yê miletê başûrê Kurdistanê bû. Herweha hebûna wî têkoşîna wî şewqa xwe dida hemû aliyên Kurdistanê.
Mele Mustafa Barzanî perçeyek girîng a Komara Mahabadê ye, 11 salê wî yê li Sovyetê, dîrokeke girîng a Kurdên Sovyetê ye û ji nuh ve vejîna wan a Kurdayetiyê ye.
Vegera wî ya ji Sovyetê bo Kurdistanê ji nuh ve xwîngirtin û hêzgirtina tevgera Kurd li her çar perçê Kurdistanê ye. Bakurê Kurdistanê,Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê tevgera Kurd ji nuh ve rih girt.
Meha Adarê li gel Newroz û Helebçeyê meha Mela Mustafa Barzanî ye. Mele Mustafa Barzanî 14ê Adarê ji dayik bû, 1ê Adarê çû dilovaniya xwe. Mele Mustafa Barzanî bi peymana 11ê adara 1970yê de bi hikûmeta Iraqê re peymana otonomîyê îmze kir. Peymana 11ê Adarê serkeftina herî mezin heta wê rojê ku gelê Kurd bi destxistibû. Otonomiya 11ê Adarê bawerî da hemû aliyê Kurdistanê, dema em dest bidin hev û bi hev re têbikoşin, em dikarin mafê xwe yê rewa ji dijminên milet û welatê xwe werbigrin.
Ruhê nemir Mele Mistefa Barzani şad be
PAK-Swêd Partiya Azadiya Kurdistanê
Stockholm/Swed
2023.03-12
Rupela Nu /Stockholm
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin