14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn

14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn

.

A+A-

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Polonyayê ragihand ku 2 roj  in li Polonyayê pêşangeheke hunerî ya şêwekariyê hatiye vekirin ku 14 jinên Kurd tê de beşdar in.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Polonyayê Ziyad Reûf roja şemiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Min serpereştiya pêşangehê kiriye û min organîze kiriye.

Pêşangeh bin navê 'Ez Heme' ye ku 90 jinan ji hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê daxwaznameyên xwe pêşkêş kiribûn lê 14 ji wan hatin hilbijartin.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Polonyayê Ziyad Reûf got:

“Pêşangeh taybet e ji bo jinan, 3yê Nîsanê ve hatiye vekirin dê heta 5ê Gulanê berdewam bike.

Ji hunerên şêwekariyê, tablo, hêlkarî, vîdeo art û înstalasyonan pêk tê.”

Ziyad Reûf li ser 14 jinên ku beşdar bûne anî ziman:

“Hemû Kurd in lê beşek ji wan li derveyî welêt dijîn.”

Pêşangeh li Hola Lepalasê ya Hunerê ya Krakovê hatiye vekirin.

Li ser cih Ziyad Reûf da zanîn:

“Holek dîrokî ye û temenê wê nêzîkî 200 salî ye.

Ev cih ji bo pêşangeh û pêşkêşkirina hunerê tê bikaranîn.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Polonyayê Ziyad Reûf her wiha anî ziman:

“Em bi xwe orgnîzatorê pêşangehê ne ku bi hevkariya Waclaw Kuchma û Dorota Kuchma, bi çavdêriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi hevahengiya Navenda Kurdistanê ya Huner û Çandê û ZR Galeriyê pêk hatiye.”

RUDAW

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin