16 çekdarên mîlîşyayên Îranê li parêzgeha Dêrazorê hatin kuştin
16 çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve li parêzgeha Dêrazorê li nêzîkî sînorê Iraqê di êrîşên esmanî de hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro berbangê firokeyên nenas (tê gûmankirin ku firokeyên Îsraîlê bin) baregehên hêzên Îranî û mîlîşyayên ser bi wê li herêma Sulasat a ser bi Bokemalê ve bombebaran kirin. Di encamê jî de 9 çekdar hatin kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûn.
Rewangehê ragihand jî, îro berbangê baregeheke mîlîşyaya Hizbulaha Iraqî li bajarê Meyadîn a li parêzgeha Dêrazorê ji aliyê firokeyan ve hat bombebarankirin. Di encamê de 7 çekdar hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn. Rewşa hin birîndaran xirap e û eger heye hejmara kuştiyan zêde bibe.
Ev di demekê de ye, pêr jî Firokeyên Îsraîlê baregehên rêjîma Sûriyê li derdora Şamê û Der’ayê mûşekbaran kirin û di encamê de 5 çekdarên Sûrî û biyanî hatin kuştin û 10 çekdar jî birîndar bûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin