19 sal di ser Serhildana 12ê Adara 2004an re derbas dibin
.
Îro 19 sal di ser Serhildana 12ê Adara 2004an a Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin. Bûyerên 12ê Adarê ji yarîgeheke bajarê Qamişlo dest pê kir, piştî şehîdbûna hejmarek welatiyên Kurd ji aliyê rêjîma Sûriyê ve, Roja 13ê Adarê jî li seranserî bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan li dijî rejîma Sûriyê hatin kirin, lê rejîma Sûriyê teqe li xwepêşanderan kir û zêdetirî 40 welatiyên Kurd kuştin.
Li 12 adara 2004an û dema birêveçûna lîstika futbolê ya di navbera tîma Cîhad a Qamişlo û Fitwê ya Dêrazorê de li Qamişlo, cemawerê tîma Fitiwê sivkatî bi al û kesayetiyên Kurdistanî kirin, her wIha bi dar û keviran êrîşî cemawerê tîma Cîhad ê Kurd kirin.
Li şûna ku hikûmeta Sûriyê rewşê kontirol bike rewş aloztir kir ku bi fermana Parêzgarê Hesekê yê wê demê, polîsan gule li cemawerê Kurd berdan û hejmarek ji welatiyên Kurd şehîd û birîndar kirin.
Li ser wê bûyerê xelk bê deng nema û Kurd ji Dêrikê heta Efrînê, Kurdên bajarên Heleb û Şamê jî li dijî zordariya rêjîma Sûriyê û binpêkirinên wê di derheqê Kurdan de serî hildan. Xelk bi diruşmên “Bijî Kurdistan û Şehîd Namirin” derketin xwepêşandanan, lê rêjîma Sûriyê bi guleyan bersiva wan da û li her devereke Rojavayê Kurdistanê qurbanî çêbûn.
Hikumeta Sûriyê hêzeke mezin li bajarên Kurdan kom kir, qedexeya çûnhatin jî li hemû bajar û bajarokan ragihand. Her wiha di bin siya bêdengiyeke navdewletî de jî, dest bi proseyeke girtina xelkê kir.
Di serhildana 12ê Adarê de zêdetirî 40 Kurdên Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn. Her wiha bêtir ji 3 hezar kesî hatin girtin eşkencedan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin