29 senatoran ji bo Tirkiyê daxwazek ji Biden kirin
.
Senatorên ji Partiya Komarparêz û Partiya Demokrat a Amerîkayê nameyek ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re nivîsandin.
Di nameya navborî de hat xwestin ku heta endamtiya Swêd û Fînlandiya ya NATOyê nepejirînin, firotina balafirên şer ên F-16 ji bo Tirkiyeyê bê taloqkirin.
Senatoran destnîşan kirin, têkiliya ewlehiyê ya bi Tirkiyeyê re di berjewendiya Amerîkayê de ye û wiha got, "Rûsyayê dagirkeriya xwe ya li Ukraynayê didomîne, nepejirandina protokolan an jî nedana nexşerêya erêkirinê, yekitiya Îtîlafê tehdîd dike."
Senatora Demokrat Jeanne Shaheen û Komarparêz Thom Tillis, Hevserokên Koma Çavdêrên NATOyê ya Senatoya Amerîkayê, di nameyekê de ku ji Biden re şandin, fikarên xwe yên ji ber derengxistina erêkirina protokolên endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandiyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve anîn ziman.
Senatoran di nameyê de diyar kirin, heta protokolên NATOyê neyên erêkirin divê Kongre dest bi firotina balafirên şer ên F-16 ji bo Tirkiyeyê neke.
Wî herwiha da zanîn, endamtiya Swêd û Fînlandiyayê di NATOyê de wê hevpeymaniyê zêdetir xurt bike ji ber ku Rûsya dagirkeriya xwe ya li Ukraynayê didomîne.
Senatorên Amerîkî diyar kirin, “Di berjewendiya Amerîka de ye ku bi Tirkiyê re têkiliyek ewlehiyê ya bikêr û sûdmend hebe. Em li benda pejirandina protokolên Swêd û Fînlandiyayê yên ji bo NATOyê ne. Nepejirandina protokolan an nedana nexşerêyek ji bo erêkirinê, yekitiya Hevbendiyê tehdîd dike ji ber ku Rûsya dagirkeriya xwe ya li Ukraynayê didomîne."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin