2mîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê sibe dest pê dike

2mîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê sibe dest pê dike

.

A+A-

12mîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê dê di 13ê Çotmehê de bi fokusa “Rojava” dest pê bike û heta 19 Cotmehê berdewam bike. Di festîvalê de dê nêzikî 50 film bên nîşandan.

Di12mîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê (KFFB) de ji xeynî kurtefilm, belgefilm û filmên dirêj dê bi bernameyên cuda cuda yên muzîk, huner û workşopan bên pêşkêşkirin.

Di festîvala îsal de nêzikî 50 kurtefilm, belgefilm û filmên dirêj hene û dê film li sinemayên Babylon Mitte, Moviemento (Kreuzkolln) û FSK a li Kreuzbergê yên Berlînê bên nîşandan.

Fokusa festîvalê Rojavayê Kurdistanê

Fokusa festîvala îsal Rojavayê Kurdistanê ye. Di vê beșê dê filmên ku li Rojava û derveyî Rojava yên li ser Rojavayê Kurdistanê hatine çêkirin dê bên nîșandan. Herwiha ji bilî nîșandana filman, dê pîșangehek hunerî û panêl jî li ser Rojava hebin.

Di merasîma vekirina Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê ya ku dê li sînemaya Babylon Mitte pêk were de, dê bi fîlmê derhênerê Kurd Mano Xelîl a Cîran dest pê bike.

Mano Xelîl derhênerê ji Rojavayê Kurdistanê di filmê xwe yê dawî “Cîran” de behsa çîroka malbateke Kurd a ku li Rojava di bin dîktatoriya Esed de dijîn dike.

Festîval di 19ê Cotmehê de bi dawî dibe

12mîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê (KFFB) dê di 19ê Cotmehê de li Festsaal Kreuzbergê dê bi stranên Çarnewa, Eniz Aktaş û Şîlan Aktaş û DJ Bariş Cengiz bi dawî bibe.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin