3 jîngehparêz di dema vemirandina agir de mirin
Li parêzgeha Kimaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Paweyê 3 jîngehparêzên kurd di dema vemirandina agirê daristanê de koça dawî kirine.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Ligor raporta Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê êvara yekşemê 28.06.2020an di dema vemirandina agirê daristanê li bajarê Paweyê yê 3 jîngehparêzan koça dawî kirîye.
Ligor zanyarîyên Hengawê navê 2 kesan ê koça dawî aşkere bûye û navê wan wiha ye: “Muxtar Xendanî û Bîlal Emînî ye û herdû jî xelkê Pawê yê ne.
Muxtar Xendanî berdevk û endamê rêveberîya lîjneya komîteya operasyona jîngeparêzîyê ya “Jîway” ya bajarê Paweyê bû.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin