3 muzexaneyên Bakurê Kurdistanê bo xelata Ewropayê berbijêr in

3 muzexaneyên Bakurê Kurdistanê bo xelata Ewropayê berbijêr in

.

A+A-

Muzexaneyên Dêrsim, Wan û şûnwarê dîrokî yê Xirabreşkê yên Bakurê Kurdistanê “Bo Xelata Mûzexaneya Salê ya Ewropayê ya  2022ê” man fînalê. Herdu mûzexane û şûnwarê dîrokî yê Xirabreşkê dê ligel 60 mûzexaneyan bo bidestxistina wê xelatê hevrikiyê bikin.

Li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bo wergirtina “Xelata Mûzexaneya Salê ya Ewropayê ya sala 2022ê” ku ji aliyê European Museum Forum a Konseya Ewropayê ve tê dayîn, mûzexaneyên Dêrsim, Wan û şûnwarê Dîrokî yê Xirabreşkê yê Rihaya Bakurê Kurdistanê bo fînalê biserketin.

Ew mûzexane û şûnwarê dîrokî yên Bakurê Kurdistanê, dê bo bidestxistina wê xelatê hevrikiyê ligel 60 mûzexaneyan bikin.

Serokê Rêveberiya Giştî ya Mûzexane û Bermayên Dîrokî ya Tirkiyê Bulent Gonultaş amaje bi wê yekê da ku ew di navbera 4-7ê Gulanê de li Estonya beşdarî merasîma xelatê dibin û berhemên xwe pêşan didin û got: “Dê 8ê Gulanê li ser xelat biryar bê dayîn. Xelata Mûzexaneya Salê ya Ewropayê di 8 warên cuda de bo kategoriyên jêr jî tê dayîn.”

Muzexaneya Dêrsimê

Muzexaneya Dersîmê ji cihekî girtî yê 4 blok û 5 hezar û 800 metrekare pêk tê û berhemên wek amûrên kevirî, dîzikên bi axê, berhemên ji madenên cûda hatine çêkirin û peykêrên şimayê yên rêwresmên baweriya herêmê tên pêşandan.

Li Muzexaneya Dersîmê beşên Elewîtî, Arkeolojî , Pirtûkxane û Etnografyayê hene û nêzîkî 2 hezar berhemên dîrokî li xwe digre. Rêveberê Muzexaneyê dibêje lêkolînên wan ji 2015 û heta niha berdewam in lê piştî vekirina muzexaneyê ev lêkolîn hê zêdetir bûne û giringî dane kolandinên arkeolojîk.

Şûnwarê dîrokî yê Xirabreşkê

Li bajarê Rihayê Bakurê Kurdistanê di Muzexaneya Şûnwarnasî de berhemên dîrokî bi destê tîmên pispor têne parastin. Girê Mirazan ango Xirabreşkê di lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de cîh digire û wek navendeke geştiyariyê jî balê dîkşîne.

Li bajarê Rihayê Muzexaneya Şûnwarnasî  di 2015an de hate vekirin û li vir berhemên dîrokî bi destê tîmên pispor tên paqijkirin, tên dermankirin da ku ji paşerojê re bîmînin. Li Muzexaneya ku 3 laboratuwarê wê  hene berhemên Girê Mirazan jî ku wek "Destpêka Dîrokê" tê naskirin û mozaîkên wêneyên jinên Amazonê ji aliyên timên pispor tên nûjenkirin û parastin.

Li Girê Mirazan ku di lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de cih digire, cara yekemîn 1963an dest bi kolandinê hate kirin û ji 1995an pê ve Muzexaneya Rihayê û Wekfa Şûnwarnasî ya Alman-Berlîn bi hevre van xebatên kolandinê birêve dibin.

Herwiha Girê Mirazan wek navendeke geştiyariyê jî bal dîkşîne û ligel bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji gelek welatên din jî bi hezaran kes bi armanca dîtinê serdana vir dikin.

Muzexaneya Wanê

Li Muzeya Wanê ji heyama Urartiyan ji gelek şaristaniyên din nêzîkî 45 hezar berhemên mane têne pêşandan. Di muzeyê da hin cih hatine avakirin û bûyerên dem û dewranên berê de qewimîne weke ji nû ve çêdibin wek şano û sînemayê tên nîşandan.

Li bajêr avahiya muzeyê ya berê ji ber erdhejên di 23ê Cotmehê û 9ê Mijdara 2011î de qewimîn zirar dîtibû û di şûna wê de li bakûrê Kelha Wanê avahiyeke nû ya ji bo muzeyê hat çêkirin. Niha berhemên dîrokî yên li muzeyê raxistîne bi tenê ne ji bo Wanê bo dîroka bajarên der û dora Wanê jî wek çavkanî ne.

Muzeya li navçeya Îpekyoluyê 13 hezar metre çargoşeyê wê sergirtî bi tevahî ji 50 hezar metre çargoşe pêk tê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin