3 polîsên ku li Licê îşkence li zarokî kiribûn, tehliye bûne

3 polîsên ku li Licê îşkence li zarokî kiribûn, tehliye bûne

.

A+A-

3 polîsên ku li Licê, navçeya Amedê, di 21ê Adarê cejna Newrozê de zarokê bi navê Y.D.yê 14 salî revandibûn û îşkence li wan kiribûn, tehliye bûne.

3 polîsên ku li Licê, navçeya Amedê, di 21ê Adarê cejna Newrozê de zarokê bi navê Y.D.yê 14 salî revandibûn û îşkence li wan kiribûn, tehliye bûne.

Piştî ku bûyer hatibû bihîstin, derbarê polîsan de lêpirsînname hatibû amadekirin û ew hatibûn girtin.

Li gorî zanyariya ku Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê Twitterê weşandiye, “Heyeta Dadgeha Asliye Cezayê ya Licê, ji ber tişta polîsan li zarokê 14 salî kiribû ‘sûcê îşkencekirinê ye’, biryar dabû û gotibû ku nirxandina vê dosyayê ne ji erka wan e.”

Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku “Polîs li dijî vê biryarê derketine û Dadgeha 1em a Cezayê Giran a Amedê bi sedema xalên sûcê îşkencekirinê pêk nehatine, biryara Dadgeha Asliye Cezayê betal kiriye û her sê polîs tehliye kirine. Betalkirina biryarê û biryara tahliyeyê ya di vê dosyeya hemû xalên sûcên îşkencekirinê tê de hene, encama polîtikaya necezakirina karmendên dewletê ye.”

Çi bûbû?

Zarokê bi navê Y.D. yê 14 salî, li Licê navçeya Amedê 21ê Adarê, di dema pîrozbahiyên cejna Newrozê de polîsan ew bi darê zorê xistibûn wesayita zirxkirî û îşkence lê kiribûn, dijûn jê re gotibûn, gefa kuştinê lê xwaribûn û lingên wî girêdabûn û ew avêtibûn nav ava çem. Zarokê ji ber van sedeman, giliyê polîsan kiribû.

Walîtiya Amedê aşkere kiribû ku polîs ji kar hatine dûrxistin û derheqê wan de lepirsîna îdarî hatiye kirin.

Di encama vê lêpirsînê de ji 5 polîsan Î.A., E.Ö. û G.B. di 26ê Adarê de ji ber sûcê “birîndarkirina bi zanebûn” hatibûn girtin. Midûrê polîsan A.O. û polîs H.Ç. bi şertê kontrola edlî serbest bûbûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin