3 sal bi ser dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spî re derbas dibin

3 sal bi ser dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spî re derbas dibin

.

A+A-

 Îro sê sal bi ser dagîrkirina deverên Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve re derbas dibin, ji ber dagîrkirinê piraniya Kurdên wan navçeyan koçber bûne.

Di van sê salan de çekdarên bi ser Tirkiyê ve bi sedan tawan li dijî xelkê ku li nav bajêr mane encam dane.

Îro bi vê minasebetê li dibistana Kampa Serê Kaniyê dewamê bi sirûda netewyî Ey Reqîb dest pê kir û xwendekaran sêyemîn salvegera dagîrkirina bajar û herêma xwe ji aliyê Tirkiyê ve û bi piştevaniya pozisyona Sûriyê bi bîr anîn.

Ev xwendekar heman programa xwendinê ya Serê Kaniyê berî dagîrkeriyê dixînin. Lê niha li Serê Kaniyê ne xwendekarên Kurd û ne jî xwendina bi zimanê Kurdî nema ne. Berdevkê Saziya Perwerdeyê li Kampên Kocberên Serê Kaniyê Mihemed Haco, ev yek ji bernameya Çavê Sêyem a radioya Rûdawê re piştrast kir.

Bedevkê Saziya perwerdeyê Mihemed Haco got: “Di dema Rêveberiya Xweser de êdî li taxên ku rêjeya Kurdan zêde her sibê li dibistanan zarok bi xwendina Ey Reqîb beşdarî xwendinê dibûn. Bi rastî ev ji bo her kurdekî li çar perçeyên Kurdistanê xewnek bû û ew xewn li Serê Kaniyê pêk hat, lê mixabin demdirêj nebû. Heta sala 2019an li Serê Kaniyê berdewam bû.”

Rêveberê Cîbicîkar ê Saziya Hevdestî Izedîn Salih, amarên hûr derbarê herêma Serê Kaniyê piştî sê salan ji dagîrkeriyê ji bernameya Çavê Sêyem re diyr kirin.

Rêveberê Hevdestî Izedîn Salih got: “Beriya dagirkirinê hejmara niştecihên Serê Kaniyê û gundewarên wê 163 hezar bûn û rêjeya Kurdan derdora ji sedî 60î bûn. Îro rêjeya Kurdan ên karine vegerin malên xwe li Serê Kaniyê kêmtirî ji 15 ne.”

Di operasyona Dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spî de, gelek welatiyên sivîl jî bûn qurbanî. Ji bajarê Reqayê Rêber Mihemed Ismaîl ku dê û bavê wî di topbarankiorina gundê wan de li herêma Girê Spî jiyana xwe ji dest dabûn ji bernameya Çavê Sêyem hurgiliuyên wê êrîşê vegotin.

Koçber ji Girê Spî Rêber Mihemed Ismaîl jî got: “Ez bixwe xelkê Girê Spî me. Dayîka min mamosteya zimanê Kurdî bû û bavê min jî karmendê şaredariyê bû û xizmet gel û bajarê xwe dikir. Sala 2019an de êriş bi ser me de hat. Ji ber ku me ti caran dagirkerî qebûl nekir û terka mala xwe nekir di encamê de dayîk û bavê min şehîd bûn û birayê min jî birîndar bû.”

Niha 37.000 kçberên Serê Kaniyê û Girê Spî di nav 3 kampan de dimîn. 30000 koçberên Serê Kaniyê di nav herdu kampêm Waşokanî û Serê Kaniyê ku ev dîmen herî nû ji nav wê kampê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin. Herwiha 7000 koçberên Girê Sipî li kampa Til el-Simin li nêzîk Eyn Îsa hatine niştecîkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin