300 xwendekar li Nîjeryayê hatin revandin

300 xwendekar li Nîjeryayê hatin revandin

.

A+A-

 Hat diyar kirin ku li eyaleta Zamfara ya dikeve Bakurê rojavayê Nîjeryayê, kesên bi çek êrîşî dibistaneke şevînî kir û 300 xwendar revandin. 
 
Li gorî nûçeyan BBC’ê, li eyaleta Zamfara ya dikeve Bakurê rojavayê Nîjeryayê, kesên bi çek saet 01.00 şevê êrîşî dibistaneke şevînî kirin û herî kêm 300 xwendekar revandin.
 
Kesên bi çek bi motosîklet û pîkaban êrîşî dibistanê kirin, xwendekar li wesayîtan siwar kirin û bi xwe re birin. Hat destnîşan kirin ku li ser hin êrişkaran kincên unîforma hebûn. Hat, diyar kirin ku di dema êrîşê de, 421 xwendekar di dibistanê de diman.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin