
34 sal di ser koça milyonî ya gelê Kurdistanê re derbas dibin
.
Îro 34 sal di ser Koça Milyonî ya xelkê Herêma Kurdistanê di sala 1991ê re derbas dibin. Mişextî ji bo redkirina rejîma Beisê bû.
Di 31’ê Adara 1991’an de, piştî nêzî 10 rojan ji serhildan û azadkirina piraniya bajarên Başûrê Kurdistanê ji destê rejîma Beis, artêşa Iraqê dest bi êrîşeke berfireh a bejayî û asmanî li dijî Başûrê Kurdistanê kir. Di encamê de nêzîkî 1.5 milyon Kurd malên xwe bicih hîştin û bi rêyên dijwar ber bi sînorê Îran-Tirkiyê ve çûn.
Mişextî dijwar bû, zarok, pîr û astengdar gelek êş û azar kişandin. Av, xwarin, çadir, derman û çareseriya bijîjkî pir kêm bû û bi hezaran kes canê xwe jidest dan, bi taybet zarok û kesên navsal.
Di heyameke kurt de, hejmareke mezin ji kampên demkî li ser sînorê di navbera her du welatan de hatin vedan. Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî, heta 6’ê Nîsana 1991’an 750 hezar Kurd gihiştin nava sînorê Îranê, 280 hezar kes jî gihîştin nava sînorê Tirkiyeyê û 300 hezarên din jî li ser sînor man.
Îranê zû sînorên xwe ji Kurdan re vekir, lê Tirkiyey di destpêkê de vekirina sînorên xwe ji penaberan re red kirin. Piştî zextên navdewletî û alîkariya aborî, deriyên xwe ji penaberan re vekirin.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin