36 senatorên Amerîkî li dijî kuştina Jîna Emînî daxuyaniyek belav kirin

36 senatorên Amerîkî li dijî kuştina Jîna Emînî daxuyaniyek belav kirin

.

A+A-

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve yê Senatoyê Jim Risch bi Senator Chris Coons û James Lankford pêşnûmeyek ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve pêşkêş kir.

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve yê Senatoyê Jim Risch roja Pêncşemê 29ê Îlona 2022an got, “Mirina Mehsa Emînî pir metirsîdar bû li ser bîr û baweriyên zordar ên rejîma Îranê û binpêkirinên wê yên hovane yên mafên bingehîn ên jinan.” Jim Risch Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wek “wêrek” bi nav kir ku ji bo nerazîbûna li dijî kuştina Jîna Emînî û mafên xwe xwepêşandanan dikin.

Risch li ser xalên rêkeftina etomî ya bi Îranê re rexneyên giran li Hikûmeta Amerîkayê girtin û anî ziman, “Daxwaza kor a rêveberiya Biden a ji bo peymaneke nû, wê rejîma Îranê xurt bike. Divê ev rêveberî dest ji kiryarên xwe berde û Îranê ji ber binpêkirina mafên mirovan ceza bike.”

Senatorekî din ê Amerîkî yê ku piştgiriyê dide pêşnûmeyê Chris Coons diyar kir ku ew xwepêşandanên bi hezaran xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku jiyana xwe ji bo mafên mirovan bi taybetî mafên jinan xistine metirsiyê bilind nirxand û ragihand, awayê kuştina Jîna Emînî tê wateya ku Hikûmeta Îranê zordar e û daxwazên gelê xwe bi cih nayîne.

Chris Coons anî ziman, “Ev pêşnûmeya qanûnê peyamek zelal dide ku Amerîka bi tevahî piştgirî dide mafên jinan. Her wiha piştrast dike ku mafên mirovan û azadî du prensîbên bingehîn ên Amerîkayê ne.”

Senatorê din yê bi navê James Lankford jî got, “Divê Senatoya Amerîkayê peyameke zelal bişîne ku em piştgiriya mafên bingehîn ên mirovan li seranserî cîhanê dikin, ji wan gelê Îranê jî ku di bin rejîmeke zordar de dijîn.”

Ji bilî Jim Risch, Chris Coons û James Lankford, pêşnûme ji aliyê 33 senatorên din ve tê piştgirî kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin