4 partiyê Rojava daxwaza hilweşandina biryara bilindkirina nirxê sotemeniyê dikin
.
Ew 4 partî dibêjin: “Ev biryar, barê xelkê girantir kiriye.
Ji ber bilindkirina nirxê sotemeniyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, 4 partiyên di Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaz hilweşandina wê biryarê kirin.
Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (El-Partî), Partiya Çep a Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Aştî ya Demokratî ya Kurdistanî îro derbarê zêdekirina nirxê sotemeniyê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û daxwaza hilweşandina vê biryarê kirin.
Di daxuyana wan 4 partiyan de hat: “Li ber rewşa aborî ya zehmet û dijwar û mûsima çandiniyê ya xirap li bakur û rojhilatê Sûriyê bi giştî û Rojavaya Kurdistanê bi taybetî, em matmayî man ku Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara 119 derxist û nirxên nû û nedadperwerane ji cureyên sotemeniyê û gazê re diyar kirin, bêyî ku nerîna aliyên beşdar di Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk de tê de hebe.”
Herwiha di daxuyaniya hevbeş de hat: “Li gor vê biryarê, nirxê hemû cureyên sotemeniyê biqasî sê qatan zêde kir, ev jî pêngaveke neheq û nelêkolînkirî ye û bi şert û mercên jiyana xelkê ya ku berê ji ber hejarî û xizaniyê dinale re nagunce û biryareke neberpirsyane ye.”
Ew 4 partî dibêjin: “Ev biryar, barê xelkê girantir kiriye û ziyanê digihîne wan, ligel wê jî ev biryar ti amadekarî jê re nehatiye kirin û ji pêkhateyên siyasî yên Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) nehatiye pêşkêşkirin, ji ber wê em wek partiyên li ser vê daxuyaniyê îmze kirine daxwazê ji Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser dikin, ji vê biryarê bi paş ve vekişe.”
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin