4 partiyên Hevpeymaniya Milletê ji lîsta CHPê beşdarî hilbijartinan dibin
.
Partiya Sadet, Partiya Demokrat, Partiya Deva û Partiya Pêşerojê dê di nava listeya CHP de beşdarî hilbijartinê bibin.
Çar partiyên Hevpeymaniya Milletê, Partiya Saadet, Partiya DEVA, Partiya Demokrat û Partiya Siberojê dê ji lîsta Partiya Gel a Komarê (CHP) beşdarî hilbijartinan bibin. Lê Iyî-Partî her çende pekhateyeke Hevpeymaniya Milletê be jî, dê bi logo û navê xwe beşdarî hilbijartinê bibe.
Duh derengê şevê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Partiya Siberojê Ahmet Davutoglu civiyabûn û li ser lîsta hevbeş gotûbêj kiribûn.
CHP û IYI Partiyê biryar dane ku li 10 parêzgehên ku şiyana dengan kêm in û ji 5 parlamenteran kêmtir in, wek Çorum, Wan, Semsûr û Aksarayê lîsteyek hevbeş çêbikin. Ev hejmara parêzgehan jî bûye 12.
9ê Nîsanê ji bo radestkirina lîsta partiyan bo Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind, roja dawî ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin