4 rojnamevan hatin girtin
Nûçegihanên ajansa ame Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û rojnamevan Nazan Sala û nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî hatin girtin.
A+A-
Rojnamevanên ku bûyera du welatiyên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin kiribin û nûçe û bi raya giştî re parve kirib»n, di 6'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin. Îro sewqî dadgehê hatin û kirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
Nûçegihên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala hatin girtin.
Her wiha belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Fehîm Çetîner û belavkara rojnameyê ay berê Şukran Erdem jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin