
4 şervanên HSDê li Reqayê şehîd bûn!
Doh 4 şervanên Hêzên Sûrîya Demokaratîk (HSD)ê li bajarokê Eyn Îsa ya li bakurê bajarê Reqayê di bombebaranekî artêşa Tirkîyê de şehîd bûn.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Doh 4 şervanên Hêzên Sûrîya Demokaratîk (HSD)ê li bajarokê Eyn Îsa ya li bakurê bajarê Reqayê di bombebaranekî artêşa Tirkîyê de şehîd bûn. Ev yek demekî de ye ku Amerîka û Tirkîyê agirbest li herêmê ragehandine.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand ku hêzên Tirkîyê êrîşên xwe ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin û îro jî yekem êrîşê de 4 şervanên HSDê nêzîk Eyn Îsa di êrîşeke esmanî de şehîd bûn.
Êrîş ji alîyê balefira bê balefirvan a Tirkîyê ve pêkhat û li gundê Debis a sê kîlometre nêzîk Eyn Îsa pêkhat û otomobîlek bû armanca êrîşê ku 4 şervanên HSDê têde bûn.
Rewangeha Sûrîyê teqez kir ev êrîşa Tirkîyê binpê kirina aşkera ya agirbestê ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin