'40 sal, 40 pirtûk' di Dilopê de

'40 sal, 40 pirtûk' di Dilopê de

Kovara du mehî ya çand, huner û polîtîkayê, di hejmara ewil a 2020an de dosyeya xwe bo 40 salên berhemdarîya Firat Cewerîyî veqetandîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Kovara du mehî ya çand, huner û polîtîkayê, di hejmara ewil a 2020an de dosyeya xwe bo 40 salên berhemdarîya Firat Cewerîyî veqetandîye. Nivîskar û helbestvanan keda çil salan a Cewerîyî û edebîyatnasîya wî nirxandine.

Celîlê Celîl, Ahmet Umît, Ferhat Pîrbal, Ayşegul Tozeren, Abdullah Peşêw, Berken Bereh, Îrem Ûzûnhasanoglû, Konê Reş, Mûsa Bêjevan, Şahîn Bekir Soreklî û Nalan Çelîkî di vê dosyayê de nivîsandine.

Kovarê her weha ji bo Silo Qizî ciheke taybet veqetandîye. Jîyan û muzîkjenîya Silo Qizê ku ji terteleya Dêrsimê filitî û ji sed salan bêhtir bi kemana xwe êşa Dêrsimê vegotîye bi nivîsên Cemal Taş û Kemal Kahramanî hatîye vegotin.

Di vê hejmarê de her weha İlhan Ulusoy û Elif Eserê berê xwe dane jeo-tûrîzma Mûnzûrê… Ketine pey vê pirse: jeo-tûrîzm êrîşeke din e li ser xwezaya Mûnzûrê?

Mesut Alpê ku tevli nav nivîskarên kovarê bû û dê ji vê hejmarê pê ve li ser arkeolojîya warê kurdan

binivîse, di vê hejmarê de li ser dîroka bendava Hefkîfê nivîsîye. Miradê Miradan li ser yekem fîlmê western ê kurdan “My Sweet Pepper Land” nivîsek nivîsandîye ku filmê Hineer Saleemî ye.

Mehmet Oncu jî bi nivîsa “Li pêjgeha Komageneyê çi dipijîya?” cih di nava rûpelên kovarê de dîtîye. Barış Avşar, Evîn Şikakî, Akman Gedîk, Müslüm Üzülmez, Bulent Gedîk û Sezaî Sarıoğlu bi nivîs û çîrokên xwe, Fewzî Bîlge bi tabloya xwe û Bertolt Brecht, Adonîs, Firat Keklîk û Mahsûn Çakmak bi helbestên xwe di hejmara nû de ne.

Bianet

 

1-051.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin