45,000 şervan ji bo parastina dexlûdanên cotkaran hatin erkdarkirin

45,000 şervan ji bo parastina dexlûdanên cotkaran hatin erkdarkirin

Li Rojavayê Kurdistanê 45 hezar endamên parastinê dê zevîyên dexlûdan ji şewitandinê biparêzin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Desteya Aborî û Çandinîyê ya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, ragiahnd ku li Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 45 hezar endamên Hêzên Parastina Civakî, Hêzên Ewlekarîya Navxweyî û xwedîyên mêrg û erdên çandinîyê, werza çandinîyê ya îsal diparêzin.

Li gorî daneyên Desteya Aborî û Çandinîyê ya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, piştî di dema dawîyê de agir bi rûberekî zêde ya zevîyên dexlûdan li navçeyên wan ketin, niha wan zêdetirî 45 hezar endamên Hêzên Parastina Civakî, Hêzên Ewlekarîya Navxweyî û xwedîyên çewlîg û erdên çandinîyê wek pasevan danîne ber zevîyên dexlûdan heta ku ji alîyê patozan ve bên çinîn.

Ji wan 45 hezar kesan, 30 hezar endamên Hêzên Ewlekarîya Hundirîn an Asayişê ne, 15 hezar jî endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) ne.

Derbarê mijarê de Berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekarîya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Elî El-Hesen ji medyaya xwecihî ya ser bi Rêveberîya Xweser re axivîye û ragihandîye, ji destpêka çêbûna berhemên çandinîyê, hêzên wan li herêman hatin belavkirin û nobetê digirin.

El Hesen hejmara endamên ji bo nobetê û parastinê hatine erkdarkirin eşkere kir û got: "Zêdetirî 30 hezar endam parastina erdên çandinîyê dikin. Em bang li şênîyan dikin ku heke rewşeke awarte dîtin yekser me agahdar bikin."

Heta niha li gor amarên eşkere kirî, zêdetirî 82 hezar donim ji erdan hatin şewitandin ku piranîya şewatan bi destê artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên opozisyon Sûrîyê çêbûne.

Li gor amarên Desteya Aborî û Çandinîyê ya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, sala borî 435 hezar û 500 donimên genim û ceh şewitîne, ku zêdetirî 11 milyar lîreyê Sûrî zerar derbas kirîye.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin