
5 mîn salvegera bîranîna Meşel Temo
Brahîm Biro di merasimê de got ku, divê qetîlên Meşel Temo bihên dîtin û dadgehkirin.
A+A-
Li paytaxta Başûrê Kurdistanê li Hewlerê merasimek ji bo 5-mîn salvegera şehîdbûna Meşel Temo hat li darxistin.
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) brahîm Biro di merasimê de got ku, divê qetîlên Meşel Temo bihên dîtin û dadgehkirin.
Meşel Temo yek ji damezrênerê partiya Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê (Şepêl) û serokê wê bû û di nav kurdên binxetê de bandora wî hebû.
Mişel Temo di 7ê Cotmehê sala 2011an de, di destpêka hewldanên ji bo guherîna rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo hatibû şehîdkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin