5 partiyên Kurdistanî şîna şehîdên Rojhilatî danîn
Hareketa Azadî, PAK, PDK, PDKT û PSK; ji bo şehîdên Rojhilatî yên ku di êrîşa Îranê ya li dijî baregehên HDK û PDKÎ de şêhîd bûbûn, û her wiha 3 ciwanên kurd Ramîn, Loqman û Zanyar ku dîsa ji aliyê rejîma îranê ve hatibûn sêdarkirin şîn danîn.
A+A-
Cîgirê Serokê Giştî yê PDKTyê Şerefxan Cizîrî li ser navê her pênc partiyan kiryarên Îranê şermezar kirin.
Di şînê de bang li derûdora navdewletî hate kirin ku pêşiya Îranê bê girtin û bang li gelê kurd hate kirin ku yekîtî û yekrêziya xwe xurt bikin.
Her wiha bang li Îranê hate kirin ku bi vê rêbazê nikare rê li ber doza azadiya Kurdistanê bigire.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin