5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Berdevkê Rêveberîya Polîsê Dîyala Nîhad Mihemed aşkere kir ku doh roja înê 5 çekdarên terorîstên DAIŞê li sînorê çîyayê Hemrînê hatine kuştin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Nîhad Mihemed ji BasNewsê ra axivî û got: “Artêşa Iraqê li Dîyalayê li ser zincîre çîyayê Hemrînê û deryaçeya Hemrînê li dijî çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê operasyoneka serbazî encam daye û di encama operasyonê da 5 çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê hatin kuştin. Herwiha gelek çekên rêxistinê jî hatine desteserkirin.”
Herwiha Nîhad Mihemed amaje bi wê yekê jî kir ku di encama zanyarîyên îstîxbarara Iraqê wan ew operasyona serbazî encam daye.
Deryaçeya Hemrînê û zincîre çîyayayên Hemrînê nêzîkî nahîyeya Sadîyê ye ser bi bajarokê Xaneqînê va ye. Xaneqîn jî ser bi Kerkûkê ye û li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê da cî digire.
Çavkanî: Basnews
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin