5 welatên Ereb piştî 12 salan ji bo krîza Sûriyeyê civiyan
.
Li paytexta Misrê Qahîreyê Wezîrên Karên Derve yên 5 welatên Komkara Ereban li ser krîza Sûriyeyê civiyan.
Bi amadebûna Emîndarê Giştî yê Komkara Ereban, Wezîrên Karên Derve yên 5 welatan, bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Mîqdad re civiyan.
Armanca civîna 5 welatên Komkara Ereban dîtina çareseriyekê ji bo krîza ku ji 12 salan ve li girêka kor rawestiyaye.
Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samih Şukrî li ser krîza Sûriyeyê got:
“Bifikire çawa krîzeke wiha kûr û demdirêj û aloz, tên dixwazin wê biçûk bikin. Em bi hêvî ne ku bikarin demekê ji bo bidawîanîna wê destnîşan bikin.
Endamên Komîteya taybet a ji bo Sûriyeyê dema ku aliyê Sûriyeyê ji bo gihîştina rêkeftinekê nermî nîşan da, dixwazin karê xwe berdewam bikin. Ev civîn di çarçoveyeke çalak de ji bo nehiştina ragirtina krîza Sûriyeyê hate kirin.”
Piştî 12 salan di ser krîz û şerê navxwe yê Sûriyeyê re cara yekem e ku Wezîrên Karên Derve yên Misr, Siûdiye, Urdin, Iraq û Libnanê civiyan.
Dîplomat Sare el-Şirkanî jî li ser şer û krîza li Sûriyeyê anî ziman:
“Armanca sereke ya civînan, gotûbêjkirina pêşhatên herî dawî yên krîza Sûriyeyê ye, herwiha gotûbêjkirina wan pêngavên ku Hikûmeta Sûriyeyê ji bo çareserkirina krîzê davêje.
Ev komîte ji bo pêkanîna planeke Ereban ku li gor biryarên Neteweyên Yekbûyî û yasaya navdewletî bigunce hatiye erkdarkirin. Me li ser sîstema gav bi gav li hev kiriye ku ew bixwe serkeftineke mezin e.”
Li gor çavdêrên pêwendîdar, piştî di nava 10 salan de biserneketina kongreyên Cenev, Astana û Soçiyê ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê, niha Komîteya Wezîran a taybet a Komkara Ereban dixwaze ji nêzîk ve bi Hikûmeta Sûriyeyê re girêka kor a vê krîzê veke.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin