50 Euro û hêsirên çava
Piştî 15 meh ceza dan min û ez vegeriyam Almanyayê her sibê bi heyecanek nû ji xew radibim!
Dest bi xwendina rojname û taqip kirina medyaya civakî dikim.
Bi giştî kurd çi dibêjin û di pratikê de çi helwest datinin ji nêz de dişopinim.
Wek tê zanin ji bo hilbjartinên heremi PAK û PSK û rewşenbirên kurd biryarek da û em bi rê ketin.
Ev bi rê ketina me bala gelek kesan kişand.
Roj bi roj ev piştiya xurt dibe.
Ya me yê qima xwe bi kurtêlan baniya ya ji me yê riya altarnatifek sêyemin vekira.
Me ya duyêmim tercih kir.
Wexta hun bi rê kevin û hevalên we di nav tekoşinê de bin hun nikare li kolanên ku bihna azadiyê jê tê rehet bigerin.
Do ez bi xwe li wir bûm.
Îro dilê min, fikir û ramanenên min her li cem wan e.
Sibê ji ezê li wir bim.
Lê dimenênên hilbijartinê û propaxandayên ku tên kirin dilê min/mirovan diêşine...li aliki partiyên ji dewletê bi milyonan pere digrin, li aliyê din namzedên bi fedekari û tunebûyinê siyaset û propaxandayê dikin.
Reqebetek ne adil heye.
Yên li BMW û Mercedesan, siyar dibin bi heza dewletê propaxanda dikin û yên 2 Ytl didin dolmişan mal bi mal, navce bi navce digerin propaxandayê dikin. Xortên 75 sali, "xortên bi tecrûbe" bi enerjiya 18 sali li kolanên ku bihna qeyumê jê tê belavokan bela dikin. Dezgehên sivil,komel, esnaf û dukandaran ziyareta dikin..
Şertên hilbijartinê pir zehmet e. Şertên hevalên li Kurdistanê siyasetê dikin ji herkesi zahmetir e.
Edî dinya bicuk bûye, gel her tiştî dibine.
Çend roj berê ez li navenda Bielefeldê ji ber qehwexaneyek derbasbûm. Welatperwerek ku zudeyî ez wî nasdikim runişti bû.
Ji cihê xwe rabû û min dawetî masa xwe kir.
Xwedê ji medyaya civakî razî be haya wî ji çiroka min/me hebû
Me li ser rewşa min, li ser rewşa welat û hilbijartinê sohbetek têr û tije kir.
Ji min pirsî:
"Kek Siraç,tu hin nuh ji welat hatiye. Gelo namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokrat xwe çawa finanse dikin?"
Min bersiv dayê:
Bi alikariya gel û endamên partiya xwe xwe finanse dikin.
Sekinî û li min mezekir...
"Her neferek çiqas alikarî dide wan?"
Min jêre got: yên 100 YTL didin; yên 250 YTL û hin kes ji hin pirtir didin.
Demek dirêj bêdeng ma...hev min dit çavên wî hêsir tije bûn.
Ev gotinan ji devê wî hat xwarê "êv qewet, ev bawerî, ev fedekari ewê welatê me rizgar bike."
Min bersiv dayê.
Emê riyek peyda bikin.
Di medya civaki de gotinek me çubû xweşiya wî "me tirsê kuşt "
Axeftina xwe domand: "Ya we siyaseta bê rant e....."
Li ber xwe mêzekir...gotinên xwe daqultand û destê xwe avêt berika xwe 50 Ewro di dest wî de bû bi awayekî şermok dirêjî min kir.
"Tu kare vê alikariya min bighine namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokrat"
Û di ber xwe de vê gotinê kir: "çavên tunebûyinê kor be"
Rewşa wi ya abori qet ne baş bû. Lê ji dilê wi hatibû.
Min perê wi girt.
Me li hev mêzekir. Yekcarna bi mêzekirinek romanek tê nivisandin.
Demek dirêj em bê deng man.
Em rabûn ser piyan. Ew çu aliyek ez çum aliyek din....ez tenê mam. Tênê mayin muhasebe ye. Helwestek rast neye girtin mirovan diqedine. Me xatir ji hev xwestibû.
Rewşa ew welatperwerê kurd min da fikirandin.
Jiyan bi xwe fikarandine.
Her fikirandin û gav avêtin bi xwe re riya serkeftin û qezencê tine.
Bi bawerîya emê rojek li ser axa xwe xwe îdare bikin Newroza we piroz be.