50 koçberên kurd li peravên Yunanistanê asê mane
.
A+A-
Nêzîkî 50 koçberên başûr û rojavayê Kurdistanê li giravek di navbera Yûnanistan û Tirkiyê de asê mane.
Li gor vîdyoyekê ku ketiye destê Kurdistan24ê, nêzîkî 50 koçberên başûr û rojavayê Kurdistanê li giravekê di navbera Yûnanistan û Tirkiyê de asê mane.
Di vîdyoyê de tê dîtin ku koçberên ku piraniya wan zarok û jin in, dibêjin ku ew zêdetirî 7 roj in li giravê asê mane û xwarin û ava vexwarinê diqede.
Li ser rêya Ewropayê ya di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de her sal bi sedan kes dimirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin