
6 hezar Pêşmergeyên Şingalê amade ne ku bi 'Ala Kurdistanê' derbasî bajêr bibin
6 hezar Pêşmergeyên Şingalê amade ne ku bi 'Ala Kurdistanê' derbasî bajêr bibin
Hat ragihandin ku zêdetirî 6 hezar Pêşmergeyên Şingalê hemû perwerdeyên leşkerî temam kirine amade ne di nava 2 saetan de biçin bajarê xwe û berevaniyê lê bikin.
Fermandarên wê jî dibêjin, divê Pêşmergeyên Şingalê bajarê xwe biparêzin, ji bo ewlehî û aramî çêbibe û Şingal bê avedankirin.
Hêza Şingalê ya Pêşmerge ku ji 2500 Pêşmerge pêk tê, plana parastina çiyayê Şingalê danîye û Ala Kurdistanê jî wek nîşana amadebûnê bilind kirine.
Fermandarê Hêza Şingalê Fermandarê Hêza Şingalê Şêx Mecdel got, her dema serkirdatiya wan biryarê bidin, ewê ber bi Şingalê bi rê bikevin û gel û niştimana xwe biparêzin.
Şêx Mecdel ji K24ê re axivî û diyar kir: “Ji hemû eşîretên başûr û bakurê Şingalê di nava vê hêzê de ne. Hemû tenê Şingalî ne. Her demê amade ne biçin Şingalê û gelê xwe biparêzin. Di heyama du demjimêran de emê li serê çiyayê Şingalê bin. Xelkê Şingalê hemû li hêviya Pêşmerge ne, ta bên û aramî û ewlehî çêbibe. Heta em Pêşmerge neçin Şingalê, ewlehî li Şingalê bicih nabe.”
Hêza Şingalê ya Pêşmerge xwedî 54 şehîdan e û hemû jî xelkê Şingalê ne. Pêşmergeyan rahênana serbazî dîtine û canê xwe ji bo xak û miletê Şingalê dikin qurbanî.
Pêşmergeyên Şingalê ji rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê dilxweş in û destnîşan dikin ku divê Pêşmerge Şingalê biparêzin, heta ku careke din rastî stem û nexweşiyan nebin û ewlehî vegere deverê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin