6 xwenîşande birîndar bûn û Elawî daxwaza azadkirina girtîyan dike
Tevî raspartina Mehemed Tewfîq Elawî bo pêkînana kabîneya nû ya Îraqê, lê xwenîşander raspartina wî red dikin û berdewamin li ser xwenîşandanan li Bexday û piranîyan parêzgehên naverast û başûra Îraqê.
Navenda Nûçeyan - Tevî raspartina Mehemed Tewfîq Elawî bo pêkînana kabîneya nû ya Îraqê, lê xwenîşander raspartina wî red dikin û berdewamin li ser xwenîşandanan li Bexday û piranîyan parêzgehên naverast û başûra Îraqê. Dîşan jî girjî û pêdadan di navbera wan xwenîşanderan û hêzên ewlekarîyê rûda û 6 xwenîşader li Bexda birîndar bûn. Ji alîyekê dî Eyad Elawî jî, daxwaza azadkirina xwenîşanderîn girtî dike.
Careka dî di gorepana Xelanî, li naverasta Bexda ya paytextê Îraqê de, girjî û pêkdadan kete di navebera xwenîşanderan û hêzên ewlekarîyê de, bi sedema wê yekê jî, 6 xwenîşander birîndar bûn.
Hevdem Eyad Elawî, serokê Hevpeyamanîya Wetenîye, di tiwîtekê de, daxwaz kir, tevaya xenîşanderên girtî bihên azadkirin û ew tuhmetên xistine ser wan bihên havêjtin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin