600 ton petateyên Dihokê bo Rojavayê Kurdistanê hatin şandin

600 ton petateyên Dihokê bo Rojavayê Kurdistanê hatin şandin

.

A+A-

 Ji Herêma Kurdistanê 600 ton petata ji bo bajarên Qamişlo û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê hatin hinardekirin.

Beşar Moşîr xwediyê kompanyaya veberhênan û hinartina petateyan îro 19ê Tebaxê ji K24ê re ragihand, Çend roj berê 600 ton petateyên deşta Nawkurê ya Dihokê bo Rojavayê Kurdistanê hatin hinardekirin.

Bi gotina Beşar Moşîr, 600 ton petate bi 25 kamyonan ji deriyê Pêşxabûrê/Sêmalka re bo her du bajaran Hesekê û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê hatine hinardekirin.

Da zanîn jî: “Gelek daxwaz ji cotkarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê li ser petateyên Herêma Kurdistanê heye û wî 600 tonên din jî kiriye û dê di rojên bê de wan jî hinarde bike.”

Ji sala 2009an ve, çandiniya petateyan li Herêma Kurdistanê bipêş ketiye. Petata li ser du cureyan tê dabeşkirin, petatayên xwarinê, ku nêzîkî 30 cureyên wan hene. Herwiha petatayên pîşesazî jî ku nêzîkî 6 cureyên wan hene, ji bo çips û finger tên bikaranîn.

Bi piştevaniya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çendîn berhemên çandiniyê yên cotkarên Herêma Kurdistanê gihîştine asta têra bazarên navxwe bike û par çend cure berhem jî hatin hinardekirin.

 (K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin