61 Kesayet; Ji PKKê re:Şerî bisekînin! /Ji dewletê re:Gav bavêje!
61 Kesayet; Ji PKKê re:Şerî bisekînin! /Ji dewletê re:Gav bavêje!
Parêzer, karsaz, akademisyên, nûner û serokên çend saz û komeleyan di nav de 61 kesayetan bang li PKKê kirin ku çalakiyên xwe rawetine û ji dewletê jî daxwaz kirin bo çareseriyê gavan bavêje.
Serokê Rêveberiya Konfederasyona Karên Cîhanê û Rahijeya Tirk (TURKONFED) Tarkan Kadoglu, Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, wezîrê berê Prof. Dr. Salih Yildirim û Serokê Giştî yê Serokê DOGUNSİADê Şahismail Bedirhanoglu di nav de 61 kesan ji bo rawestandina aloziyên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniya navborî de wiha hat gotin:
“Çalakiyên bombeya yên wê dawiyê zerarê dide civakê û hemûyan dilgiran dike û dibe sedema metirsiyan. Em van çalakiyên ku dibin sedema kuştin û birîndarkirina welatiyan şermezar dikin.
Her çalakiya bombeyî rê li ber siyaseta demokratîk teng dike. Her kuştin hinek din me ji çareseriyê dûr didixe. Em tûndiye bi temamî red dikin.
Di vê çarçoveyê de em bang li PKKê dikin ku dev ji metod û çalakiyên bi tundî berde. Bila rêya siyaseta sivîl a ku ji bo me hemûyan baş fireh bike.
Em pûçkirina hewldana darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê, ji bo avakirina zemîna siyaseta demokratîk weke derfeteke baş dibînin. Di vê çarçoveyê de di serî de em ji Serokomar, Serokwezîr, serokên partiyên dijbereyê û ji hemû berpirsan daxwaza dikin ku ji bo çareserkirina pirsa Kurdî gavên rêya diyalog û hevkariyên vekin bavêjin.
Em ev kesên ku jêr îmzeya wan hene; amadene piştgiriya her hewldan û gavên bo çareserî û lihevkirinê bikin.”
Kesên daxuyanî îmze kirine ev in:
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin