6,5 milyon doz vaksîn din gihîştin Tirkiyê
.
A+A-
Di çarçoveya têkoşîna vîrusa Coronayê de beşa duyem a vaksîna înaktîf îro gihîşt Tirkiyê.
Îro Duşemê 25ê Çileya 2021an di veguhestina beşa duyem a vaksînên înaktîf de ku qismê ewil ji 6,5 milyon doz pêk tê, gihîşt Balafirxaneya Stenbolê.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe derbarê anîna vaksînê de daxuyanî dabû û diyar kir ku di veguhestina beşa duyem a vaksînên înaktîf de 10 milyon doz heye û beşî ewil ê ku ji 6,5 milyon doz pêk tê îro digihêje wî welatî.
Balafira ku duh ji paytexta Çînê bajarê Pekinê rêketibû, serê sibê li balafirxaneya Stenbolê danî û piştî karûbarên gumrikê vaksîn bi konteynerler bo depoyan hatin veguhestin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin