%75ê hesinê li Herêma Kurdistanê tê hilberandin ji bo Iraqê tê hinardekirin

%75ê hesinê li Herêma Kurdistanê tê hilberandin ji bo Iraqê tê hinardekirin

.

A+A-

Salane 3 milyon ton hesin li Herêma Kurdistanê tê berhemanîn û ya zêde jî bo Iraqê tê hinardekirin.

Her sal pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi hesin derdora 500 hezar ton e. Hilberîna zêde ji bo bajarên herêmên naverast û başûrê Iraqê tê hinardekirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina hilberîna navxwe, her tonek 30 dolar bac li ser hesinê ku tê hinartin distîne.

Hesinê navxwe û ji derve li Hewlêrê li bazara hesin tê firotin. Bihayê her ton hesinê ku ji derve tê kirin ji 580 dolarî bûye 610 dolar. Bihayê her ton hesinê navxwe 675 dolar e. Tê diyarkirin ku kalîteya hilberîna navxweyî baştir e.

Derbarê vê yekê de bazirganê hesin Bekir Kadir ji K24ê re daye zanîn: “Eger ne biha be, piraniya welatiyan ji ber ku qalîteya wê baştir e, berhemên navxweyî dikirin. Wek bazirgan, çêtir e ku meriv hilberîna navxweyî bikirin. Dema ez hesinê Hewlêrê bikirim metirsî tuneye, lê dema ez 2 milyon dolar hesin ji Îranê bikirim, pereyê min difikire. Ger li wî welatî pirsgirêkek herî piçûk jî hebe, ez ê pereyê xwe winda bikim. Ev du sal in 160 hezar dolarên min li kargeheke Îranê ye û pere didin û ez nikarim hesin bikirim."

Kargeha Hesin a Hewlêrê yek ji mezintirîn kargehên hesin li Herêma Kurdistanê ye. Ji hesinê 8 mm heta hesinê 32 mm, hemî pîvanên hesin têne hilberandin. Her wiha ji hezarî zêdetir welatiyan re kar peyda kiriye. Kapasîteya hilberîna wê ya salane derdora 700 hezar ton e.

Xwediyê kargehê Şiwan Geliyawa jî daye zanîn, “Berê ji ber îthalatê pirsgirêkên me hebûn. Piştî ku me giliyên xwe ji saziyên pêwendîdar re gihandin, li ser hesinê îthalatê bac zêde bû. Ji dema cîbicîkirina biryarê heta niha di hilberîna me de zêdebûn çêbû."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin