78 saliya damezrandina Komara Kurdistanê, li Parîsê hate pîroz kirin
.
Yakup Karademir
Bi wesileya 78 saliya damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê, bi pêşîkêşiya PDK-Î û piştgiriya Hak-Par, PWK û PYDK-Sê, li Parîsê, di 28/01/2024ê de semînerek pêk hat.
Semînerê bi xwendina sirûda neteweyî û deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir, paşê kurte belgefîlmek li ser damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê hate nîşandan, bi xwendina gotar û mesajan semîner bidawî hat.
Rêveberiya seminerê Kanî Cîhangîrî kir û tê de li ser navê PDK-Î, berpirsa desteya rêveberiya HDK li derveyî welat Kwêstan Gadanî, li ser navê PYDK-S, Zeyneb Cemo, li ser navê Enstîtuya kurdî û parêzerên Kurd ên li Parîsê, Kamûran ji Kîkan û lêkolînerê stratejîk Mamend Rojê xeberdan û nûnerên partiyên din mesajên xwe yên piştgiriyê xwendin.
Mesaja Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Mustafa Ozçelîk ji aliye endamê Komîteya Ewropa yê Partiyê Îhsan Aydin ve hate xwendin
Peyama Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Mustafa Ozçelîk wiha ye;
"Dewleta Komara Kurdistanê bi Serokkomarîya Pêşewa Qazî Mihemed 78 sal berê, di roja 22.01.1946an, li Meydana Çarçirayê ya bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê hate îlan kirin û di roja 17.12.1946an de ji aliyê Dewleta Îranê ve hate rûxandin. Pêşewa Qazî Mihemed û 15 rêvebirên Komara Kurdistanê di roja 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin. Komara Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de tecrûbeyeke gelek mezin û girîng e ku hemû Kurdistanîyên cîhanê pê serbilind in. Komar, berhemê hişmendîyeke neteweyî, niştimanî ye û bi ava kirina artêşa neteweyî û dezgehên bingehîn ên dewletbûnê ve berhemê hişmendîya dewletbûnê ye. Komara Kurdistanê, piştî ku li cîhanê dewletên neteweyî hatin ava kirin, yekemîn dewleta neteweyî, niştimanî ya miletê Kurd e. Her çiqas ku li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatibe îlan kirin jî; nûnerên gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî di îlankirina wê de amade bûn.
Ev jî nîşan dide ku armanca wê avakirina dewleteke li ser axa hemû Rojhilatê Kurdistanê bû. Di îlankirina Komara Kurdistanê de, nûnerên ji her çar perçeyên Kurdistanê amade bûn. Ev jî tê wateya ku wê xwe weke dewleta Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bitenê nedidît, berevajî wê weke dewleta kurdên her çar perçeyên Kurdistanê didît. Jiyan, helwest, şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed, di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî û armanca Komara Kurdistanê pêşkêşî me dike. Ev wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed, îro jî wazîfeyên me yên netewî, niştimanî û dîrokî nîşanî me didin. Pêkanîna wasîyeta Pêşewa Qazî Mihemed, herweha rêlêvekirina azadîya her çar perçeyên Kurdistanê ye. Gava ku em vê wasîyetê pêk bînin dê ruhê Pêşewa Qazî Mihemed, yê Mele Mistefa Barzanîyê nemir, yê Seyid Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Begê Cibrî, Şex Seîd û yê hemû şehîdên Kurdistanê şad be. Di 78emîn salvegera îlankirina Komara Kurdistanê de, em Pêşewa Qazî Mihemed, Pêşewayê Leşkerî yê Komara Kurdistanê General Mustafa Barzanîyê nemir û hemû damezranêr û kedkarên Komara Kurdistanê, şehîdên Komara Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim." .
Rûpela Nû / Parîs
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin