8 sal bi ser tevkujîya Robozikê derbas bûn

8 sal bi ser tevkujîya Robozikê derbas bûn

Di 28ê Kanûna 2011an li gundê Robozikê yê ser bi Qilabana Şirnexê 19 jê zarok 34 kes ku di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de ji bo debara xwe bazirganî dikirin, ji alîyê balafirên şer ên Artêşa Tirkîyê ve hatin qetilkirin. 8 sal bi ser komkujîya Robozi

A+A-

Navenda Nûçeyan- Navên 19 jê zarok 34 ciwanên kurd yên di wê bordûmanê de hatibûn qetikirin wiha ne. lSalih Ûrek, Bedran Encû, Adem Ant, Erkan Encû, Şivan Encû, Muhammed Encû, Bilal Encû, Aslan Encû, Mehmet Ali Tosun, Savaş Encû, Orhan Encû, Nadir Alma, Celal Encû, Fadil Encû, Mahsun Encû, Şervan Encû, Yûksel Ûrek, Cemal Encû, Cihan Encû, Vedat Encû, Serhat Encû, Salih Encû, Özcan Uysal, Hûseyin Encû, Nevzat Encû, Hamza Encû, Selim Encû, Zeydan Encû, Seyithan Enç, Hûsnû Encû, Selahattin Encû, Osman Kaplan, Abdulselam Encû, Şerafettin Encû. Heta aniha 7 sal jî di ser vê qetlîamê re derbas bûne, li Tirkîyê heta niha ti dîyarîyek li holê nîn e û encamek ji wê dozê derneketîye.

Herçend Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan aşkere kiribe ku wê berpirsên wê komkujîyê hesab bidin jî ti lêpirsîn li ti berpirsên wê demê yên sîyasî û serbazî venebû. Berpirsyarên ku fermana qetilkirina wan ciwanên kurd dan hê jî nehatine darezandin.

Li alîyê din herçend HDPê û partîyên din ê sîyasî li Bakurê Kurdistanê bi daxuyanî û belavakirina belavokan ragihandibin ku wê şopa wê dozê biajon û wê nehêlin doza Robozikê bê ji birkirin jî heta niha ne li Tirkîyê û ne jî di warê hiqûqa navdewletî da çi gav neavêtine.

Malbatên qurbanîyan piştî ku encamek ji hiqûq û edaleta dewleta Tirkîyê derneket serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê dan. Parêzeran doza Robozikê xisûsî jî Baroya Şernexê dosyayên doza Robozikê di dema hatîye dîyarkirinde negihandin Dadgeha Mafên Mirovan û doz li Dadgeha Mafên mirovan jî nehat dîtin. Piştî Dadgeha Mafê Mirovan dawa Robozikê red kir malbatê Tevkujîya Robozikê aşkere kirin ku parêzerên dosyaya wan ew piştguh kirine.

Yek ji mexdûrên Tevkujîya Robozikê û Parlementerê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encû di sala 2015an da hatibû girtin. Herwiha Komele û Platforma Edelate ji Robozikê ra di sala 2016an de hat daxistin.    

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin