866 koçberên Iraqî ji Kampa Holê ber bi Iraqê ve hatin şandin

866 koçberên Iraqî ji Kampa Holê ber bi Iraqê ve hatin şandin

.

A+A-

Rêvebiriya kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku îro 15ê Nîsanê komeke ji 866 koçberên iraqî pêk tê, ji kampê ber Iraqê ve hatine birêkirin.

Hate diyarkirin, di çarçoveya hevkariya di navbera Rêveberiya Xweser û Komîteya Koçberî û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, malbatên Iraqî yên li kampa Holê ya başûrê bajarê Hesekê bo Iraqê hatin şandin.

Koma koçberê Iraqê ya nû ji 241 malbatan ku 866 kesan pêk dihat.

Hate ragihandin ku karwanê koçberan di bin çavdêriya hêzên Ewlekariya Hundirîn û çavdêriya Hevpeymaniya Navdewletî de ber bi xaka Iraqê ve bi rê ketin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin