9 welatên Rojavayî nameya Rûsyayê ya di derbarê Sûriyê dered kir
Li gor nûçeya “Aawsat” çapa Londonî, wezîrên derve yên Belçîka, Fransa, Almanya, Îtalya, Hollanda, Siwêd, Brîtanya û Amerîka plana Moskoyê ya jinûveavakirina Sûriyê red dikin.
Wezîrên derve yên 9 welatên Rojavayî ku di nav wan de Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî heye, nameyek ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterrs re şandine, tê de merca destpêkirina proseya veguhastina siyasî bi awayekî cidî û bi serperiştiya Netewên Yekgirtî li Sûriyê datînin pêş beşdariya wan bo jinûveavakirina Sûriyê.
Li gor nûçeya Aawsat çapa Londonî, wezîrên derve yên Belçîka, Fransa, Almanya, Îtalya, Hollanda, Siwêd, Brîtanya û Amerîkayê, plana Moskoyê ya jinûveavakirina Sûriyê red dikin. Herwiha ew welatan piştgîriya helwesta Netewên Yekgirtî dikin ku divê li Sûriyê serederî bi “tawanbarên şer” neyê kirin.
Li gor nameya wezîrên derve, tenê dema proseya veguhastina siyasî bi awayekî firehtir û cidî û bi beşdariya hemû aliyên pêwendîdar hat kirin, Netewên Yekgirtî dê amade be bo jinûveavakirina Sûriyê.
Wan welatan tekezî li ser vê yekê jî kirin, ku divê destûreke nû ji Sûriyê re bê dariştin û hilbijartinên parlemanto û serokatiyê bi awayekî serbixwe û di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de bê kirin.
Herwiha wan welatan daxwaz kiriye, divê alîkariyên Netewên Yekgirtî ji miletê Sûriyê re bi awayekî dadwerane be û li hemû navçeyan be, ew navçe di destê kîjan hêzê de be jî.
Ev name wek bersivekê bû ji Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê re, ku hewl dide bi riya komîteyên hevbeş ligel Urdin, Libnan û Tirkiyê re karîdorên mirovî veke û milyonek û 7 sed hezar koçberên Sûrî vegerîne wî welatî.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin