9 zankoyên Herêma Kurdistanê hatin naskirin
Parlementerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Bexdayê Mihemed Şakir aşkere kir ku Hikûmeta Bexdayê 9 zankoyên Herêma Kurdistanê nas dike.
A+A-
Parlementerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Bexdayê Mihemed Şakir aşkere kir ku Hikûmeta Bexdayê 9 zankoyên Herêma Kurdistanê nas kir.
Parlementerê kurd Mihemed Şakir da zanîn ku piştî gelek hewildanên wan û Dr. Abdulrehman Spîndarî û serdanên wan bo Wezareta Xwendiha Bala ya Iraqê û karên wan ligel Lîjneya Xwendina Bala ya Parlementoya Iraqê, Hikûmeta Iraqê biryar daye ku 9 zankoyên hikûmî yên Herêma Kurdistanê nas bike.
Parlementer Şakir da zanîn ku zankoyên ji aliye Hikûmeta Iraqê va bihêne naskirin ev in: “Zankoya Soranê, Zankoya Zaxoyê, Zankoya Helebçe, Zankoya Kurdistan, Zankoya Raperîn, Zankiya Germyan, Zankoya Polîteknîkî ya Hewlêrê, Zankoya Dihok, Zankoya Silêmanî."
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin