Abdullah Goran (1904-1962)
Goran yek ji helbestvanên Kurd ye herî navdar yên sedsala borî ku bi zaravaye Soran î nivîsîyê. Di 1904an de li Helebçeyê (li bakûrî Iraqê wê demê axa Osmaniyan bû) hatiye dinê. Navê wî yê rastî Abdullah Beg e. Piştî mirina bavê wî di sala 1919an de ew ji aliyê bapîrê xwe ve di 1921an de ji bo perwerdeya mamostatiyê şandin Kerkûkê. Goran perwerde neqedand. Ji ber ku bapîrê wî di heman salê de miriye. Piştî vê çendê di nav xizanî û belengaziyê de ji sala 1925an heta 1937an li bajarê Helebçeyê perwerdeya mamostetiyê ye. Di vê serdemê de bi farisî, erebî, tirkî û îngîlîzî û yên din jî fêr bû. Di dema xwe ya vala de gelek edebîyata rojavayî dixwendiye. Piştî sala 1937an li Wezareta Veguhestin û Rêhesinê ya Iraqê dest bi karên rojane kir û gelek caran li seranserê Kurdistanê geriya.
Di navbera salên 1940'î û 1945an de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Di vê demê de wî weke bernameçêker li Radyoya Rojhilata Nêzîk li bakûrê Iraqê jî kar kiriye. Goran di jiyana xwe de gelek caran ji ber xebatên siyasî yên çepgir hat girtin. Piştî derbeya sala 1951an li Iraq ê rejîmeke nû tê ser hukim, duwayî vê bûyerê hêdî wî dikarî bi awayekî azad helbestên xwe binivîsîne û dîsa pirtûk çap bike.
Heta sala 1954'an edîtoriya kovara Jîn kir. Di destpêka 1959an de, ew bû sernivîskarê kovara Şefaq (Berbang). Di payîza sala 1960î de li Zanîngeha Bexdayê li Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de wek mamoste hate tayînkirin. Wek endamê Komîteya Îraqî a aştî û hevgirtinê gelek caran çûye Sovyeta berê.
Di sala 1958an de beşdarî damezrandina Komîteya Aştiyê ya Cîhanê bû. Di sala 1959an de li ser vexwendina Yekîtiya Nivîskarên Rûsyayê diçe Yekîtiya Sovyetê. Di sala 1962an de wekî endamê Komîteya Aştiyê ya Cîhanê hate hilbijartin. A. Goran ne komunîst û ne jî sosyalîstekî tuj bû, bêşik li dijî rejîma Bexdayê ya dîktator bû. Bi nexweşiya penceşêrê Mijdara 1962an de jiyana xwe ji dest da.
Di 1971an de di navberê Kurdên başûr û desthilatdaren Iraqê de peymana xweserîyê hate imzekirin. Li gori vê peymanê ligel Erebî Kurdî jî bû zimanê Iraqê yê fermî yên duwemîn. Ji aliyê Wezareta Iraqê ya Hînkariyê de gelek pirtûkên derbarê edebîyat û zimanê Kurdî hatine weşandin. Yek ji wan pirtûkan “Zimanê Kurdî û Edebîyata Kurdî” ye, ku di pirtûkê de tevlî biyoxrafiya Abdullah Goran çend helbesten wî yê bijare cih girtine. Di wê demê de li Kurdistana başûr li Suleymaniyê zanîngeh vebû. Ew demeke zêrîn ya girîng bû ku çanda Kurdî hê nû pel vedide. Duyawî mirina Goran gelek destnivîsarê wî ê nehatine weşandin ji hêla Yekitiya Nivîskarên Kurd ve hatin komkirin û weşandin.
Di helbestên A. Goran de mirov rastî her cure realîzm û çîrokên evînîyê tê. Di destpêkê de helbestên xwe li gorî kevneşopiya klasîk dinivîsand, lê piştre dev ji vê şêwaza dramatîk berda û ji bo şêwazek romantîk û sosyal- realîstî ye. Carna bi qafiyê û carna jî tenê bi rîtm dinivîsî ye. Li gorî wî, peyama naverokê ji qafiye yê girîngtir bûye, ji ber ku ev şêweya helbesta nûjen hêmanên cihêreng dihewîne.
Goran bi giştî çar dîwanên helbestan nivîsandine:
Bihuşt û Bîranîn (Bihêşt û Yadîgar), Bexda 1950 Hêsir û Hûner (Firmêsk û hûner), Bexda, 1968
Melek Cebraîl û Wijdan (Sirus û Derûn), Suleymaniya 1969 Awik û Peyam (Lawik û Peyam), Bexda 1969
Her wiha çend şanoyên “Gulê Xwînê” û “Bûka Bêhêvî/Xemgîn” nivîsandine û çend berhemên wêjeyî yên bi zimanên biyanî wergerandine kurdî.
Li jêr çend helbestên Abdullah Goran heye.
Helbesta Wijdan
Ez çi bikim,
Wêneyê wê min serxweş dike. Ji bo min ne tenê ew e
Di navbera beytên helbestan de bisekine. Ez bi wijdanê xwe re dualî dikim,
Ez peyva ziman im.
Çima wijdan? Ez nizanim .
Tiliya xwe deyne ser wijdanê xwe, û paşê berpirsiyarî.
Paşê li dinyayê xuya bibe,
mîna bihara herî xweş li der û dora xwe Ji bo ku hêvî û xeyalan bînin.
Mîna stêrkên ezmên dibiriqin.
Wek pêlên kûr ên deryayê xuya dikin. Mîna bayekî hênik ku,
Hêdî hêdî di rû de difûre.
Li vê dinyayê wekî helbestvan xuya bike. Bê hêsir digirîn.
Rû di neynikê de zer xuya dike. Tîrêjek ji rojê jî geştir e.
Lê çi heyf! ew helbestên xweş in. Lê ew nahêlin çûkan azad bibin, Ji bo hêlîna xwe ava bikin,
Di navbera baskên livandinê de bin' Pênûs danîn ser kaxezê.
Goran: Fîrmêsk û hûner, Bexda 1968
Strana evînê
I
Di bin esmanê şîn de, Li pişt çiyayên bi berf,
Ez li Kurdistanê gerîyam. Mirov li kêleka min rawestiyan, ne li bajêr,
ne li gund,
Min tu carî kesek nedît, Ya mina te bedew e.
Keça kurd!
Dilê wî xweş dike, Heger tu milyaket an tu mîna periyan î,
Ne lawaz bin û ne jî xurt bin, Zêde çav reş nebe,
Ew qas geş nebin, Lê yek bi yekî şîrîn lê binêre,
Min qet kes nedît,
Kî bi qasî te dilşewat e, Tu yî, tu bi tenê besî.
Yusuf Kaynak, Lahey, 02-02-2025
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin