Abdullah Pêşew beşdarî Festîvala Helbestan a Annikkiyê bûye

Abdullah Pêşew beşdarî Festîvala Helbestan a Annikkiyê bûye

.

A+A-

Helbestvan Abdullah Pêşew li Finlandîyayê beşdarî Festîvala Helbestan a Annikkiyê bûye.

Mijara festîvalê “Şexsî” bû. Li festîvalê hunermend û nivîskarên navneteweyî cih girtine û li festîvalê çendîn çalakîyên cuda hatine lidarxistin.

Yek ji helbestvanên giring yên serdema me Abdullah Pêşew jî di festîvalê da cih girtîye. Ev festîval yekemîn performansa Pêşewî ye ku ew cara ewil e derdikeve pêşberî xelkê li Fînlandîyayê. Helbestên Peşewî ji alîyî Minna Torppa ve bi zimanê fînî hatine xwendin bo guhdar û beşdaran.

Festîval 8ê Hezîranê, berîya pênc rojan, li Fînlandîyayê, li bajarê Tampere hat lidarxistin.

Serborîya destpêkirina vê festîvalê wiha ye ku çend niştecihên Mehelleya Annikiyê çalakîyeka helbestan li dar dixin, ji wê rojê şûnde bi awayekî birêkûpêk ew wekî festîval tê lidarxistin. Ji wê rojê şûnde ev festîval dibe yek ji giringtirîn çalakîyên Fînlandîyayê. Di vê festîvalê da ji bilî hunermend û nivîskarên herêmî, yên navdar û navneteweyî jî cih digirin.

Çend agahî derbarê Abdulla Peşêwî da:

Yek ji giringtirîn helbestvanên kurdan yê serdema me ye. Sala 1946an li Başûrê Kurdistanê, li Hewlêrê ji dayik dibe. Wî sala 1963yan helbestên xwe yên yekem çap kirine û sala 1967an yekem dîwana wî ya helbestan derket. Heta niha çendîn dîwanên wî hatine çapkirin. Helbestên wî bo van zimanan hatine wergêran: swêdî, almanî, îtalî, yûnanî, fransî, erebî, farisî, rûsî. Zimanzan û Prefosero zanîngehê Peşêw, ji edebîyata cîhanê, berhemên Walt Whitman û Alexander Puşkin bo zimanê kurdî wergêrane. Di helbesta Peşêw da, ji qonax û mijarên têkoşîna ji bo Kurdistaneke serbixwe bigire heta helbesta evînî yên kesane, mijarên cûrbecûr bi hev re hatine honandin. Ji dîwanên wî çend heb bo kurdî ji alîyê Zülküf Ergün ve hatine wergêran. Peşêw niha li Fînlandîyayê dijî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin