Abdurahman Kurt: Birêz Mesûd Barzanî nûnerekî hêja yê aştî û dadperweriyê ye

Abdurahman Kurt: Birêz Mesûd Barzanî nûnerekî hêja yê aştî û dadperweriyê ye

.

A+A-

Siyasetmedarên Kurd derbarê çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê de dibêjin, pêdivî bi kesayetiyek wek Serok Mesûd Barzanî heye ku kesek wek wî dikare vê pirsgirêka kûr û zehmet li ser bingeha aştî û aramiyê ber bi çareseriyê ve bibe.

Siyasetmedar Abdurahamn Kurt ji K24ê re got: “Birêz Mesûd Barzanî kesayetiyek aştîxwaz e û piştgiriya dadperweriyê dike ye. Di nava hemû kurdan de cihek wî yê hêja heye, ew dikare bê şer û pevçûn bê alozî, sûdê bide vê pêvajoyê. 

Herwiha Abdurahamn Kurt got: “Pêdiviya vê pêvajoyê, bi çavekî aştîxwaz heye û Birêz Mesud Barzanî kesekî wsa ye ku dest ji daxwaza aştiyê û dadperweriyê berdnade. Di vî warî de nûnerek girîng û hêja yê aştî û dadperwerî û wekheviyê ye.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin