Abuzer Balî Han: Roj ji rojhilat hil tê!

Abuzer Balî Han: Roj ji rojhilat hil tê!

.

A+A-

Abuzer Balî Han

Dêm dihêrike diçe! Azad bûn jî her ku diçe hin caran nêzîk, hin caran jî dûr dikeve!


Lê belê bê  hêvî mayîn ya herî xirab e! Gor bêhişt Seyda Cigerxwîn rojekê ji min re wûha gotî bû:“Gelo ez jî dizanim roj yê bêt Kurdistanê azad bibe! Lê ez dixwazim di xweşiya xwe de wê bibînim û têda bila rojek be jî azad bijîm!..“ 
Dema ew helbesta ya bi navê  „HAWARA BERFÎNÊ“ hatî nivisîn ew şeş mehî bû! Îro zanîngeh qedandî ye. Ew dixwaze bibe serwer (dadger, hakîm). Li Başûr û li Rojavayê welat ber bi biharê bîhna azadiyê tê ye! Gelê Kurd her wûha yek e! Bes serokên wê yên bi perwerdeya neyaran mezin bûyîn, piraniya wan nahelin ku Kurd bibin yek û serkevin!..


Roj yê bêt, rûyê peyayên xelkê yê bê bandor bibe û welatparêzên dest bidin hev, bibin yek û serkevin… 
Ez hêvîdarim ku li Başûr û li Rojava welat hêdî ber bi azad bûnê dihêrike û diçe!..

 HAWARA BERFÎNÊ         

Sedsala bîstan jî xelas bû, Kurd bindestin hîn,
Di destpêka du hezarî  azadî ji me ra  mizgîn.
Heya dil û hinavên min nayên sotin namirim,
Berxwe didim , ji bo rojên azadî zûtir bigirim.

Lê belê dîrok bê aman e, hale Kurdan nizane,
Ma em hevdû dûrbin rewşê me kî yê bizane?
Gelo çima Kurd nabin yek, bi hevre şer dikin?
Ji xwe bawer nakin, dikevin hembêza dijmin!

Yên dibêjin "em demoqratin" me ewna dîtin,
Ji bo nefta qirêj û nanekî xwe jî serda firotin!
Çi Emrîkiya Clîntîn, çi Rusya Yeltsîn bi peran
Li gel neyaran cih girtin, em bîrnakin tu caran!..

Ji xwe welatparêz nebûn yek, hevdû negirtin,
Di destê kolonyalîstên xwînrij de tim şagirtin!..
Ser erda bav û kalên xwe dijîn, hemî wek dîlin,
Li ser behra neftê her dinalin, birçî, jar û sêfîlin.

Bi şerê li dijî hevdû heya îro gelê me nebû yek,
Li der welatê xwe koçer û penaberin tek û tek.
Ji bilî me kes ma li dinê bê azad û bê dewlet ?
Roj yê bê emê serkevin û bê hêvî nînin helbet.

Kurd êrîş tînin  serhev, direvin dibin penaber,
Diçin welatê xelkê bi kulfet, zarûzêç derbeder.
Ez jî ji wana yekim, her roj ji xwe şerm dikim,
Berxwe didim, tiştek ji dest min nayê çi bikim?

Berfîn, Berfînaza min, kevoka aşitî kulîlka çiyan,
Tu pir şîrîn û  şekirî bi emrê xwe yî şeş mehan.
Pir bijî, lê jiyîn ji welat dûr be, mirov her roj dikujî!
Her bijî bila gelê me bijî, bila nemîne, bimre brakujî!

Berfîna hêja , tu bi awaza azadî hawar hawar e!
Kes guh nade qirîna te, deng wek kevok difire.
Em carek din man li cîhan neçar û bê derman,
Lê ez zanim roj yê bê, azad be dayka nîştîman!..

12.12.1999
 Awê BALÎ

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin