Adil Baxewan: Îrana piştî Îbrahîm Reîsî
.
Adil Baxewan
Piştî zêdetirî 9 saetan ji derewandin û nûçeyên berevajî û lavakirinên seba vegera wî, Komara Îslamî ya Îranê di dawiyê de bi awayekî fermî mirina serokkomarê xwe piştrast kir. Yekşema borî, piştî nîvro, Îraniyan behsa helîkoptera serok a ku bi neçarî daketibû, dikir.
Paşê, mîna her carê, wan ev çîrok veguherand piştrastkirina ketina balafira serok, bêyî ku agahiyên şênber li ser rêwiyên wê bidin. Êvarkî jî rêberê Komara Îslamî ya Îranê bi xwe hat ser hêlê û ji Îraniyan xwest ku lava bikin qene Xwedê serokkomar û hevalên wî xilas bike!
Guhertina van çîrokan lap mîna wê kêlîyê xuya dike gava Komara Îslamî ya Îranê bi çend mûşekên balîstîk ên zîrek êrişî mala Pêşrew Dizeyî kir û di nava şev û rojekê de zêdetirî 4 çîrokên cuda di medyayê de weşand.
Lê girîngiya bûyerê ne ev e, li şûnê, mirina trajîk a serok di kîjan çarçoveyê de diqewime û Îran dikare ji adina roja mirina serokê xwe û bi şûn de çi bike?
Îsraîl û Îran
Mirina serokkomar di demekê de tê ku Rojhilata Navîn bi şerekî herî dijwar û mezin re rû bi rû maye û Îran jî bi awayekî nerasterast bûye parçeyek ji birêvebirina encamên vî şerê ku hê jî didome.
Tê bîra me hemûyan çawa di 13ê nîsanê de û cara ewil di dîroka Komara Îslamî ya Îranê de Tehrana Ayetullahan êrişî Îsraîlê kir û bi sedan dron û mûşekên balîstîk ên Îranê barand ser esmanê dewleta Cihûyan û Amerîka, Brîtanya û Fransa neçar kir ku ji bo parastina Tel Avîvê pergala dijî firînê li herêmê çalak bikin.
Tevgera protestoyan
Herwisa ev mirin di demekê de tê ku li hundir Komara Îslamî ya Îranê heya niha jî bi encamên tevgereke mezin a protestoyan re tevdigere. Tevgereke ku li seranserê welêt belav bû û derbeke bi bandor li sembolîzma dewleta wîlayeta feqî xist.
Rast e vê derbê Komara Îslamî ya Îranê nekuşt lê ev jî rast e ku heya vêga wê bi kûrî dizêrîne û ti garantî nîne ku ev tevger di demeke navîn de ji nû ve dernekeve holê xasma hemî şert û mercên ku tevger afirandibûn hîn jî li holê ne.
DAIŞ û mijara ewlehiyê
Me hemûyan dît çawa di kanûna duyem a îsal (2024) de, rêxistina DAIŞê di dema bîranîna kuştina Qasimê Suleymanî de êrişî Îranê kir û nêzîkî 84 welatiyên wê kuşt! Ango li ser asta ewlehiya navxweyî jî, Komara Îslamî ya Îranê derbên giran xwar bi radeyekê ku nikare pêşî li êrîşên rêxistineke fena DAIŞê bigire. Lê welatekî mîna Fransayê, tenê di nava çend mehên borî de 24 êrîşên DAIŞê pûç kir.
Fransayê îbret ji Bataclanê wergirt lê xuya ye ku Îran hîn jî ne di wê rewşê de ye ku vê îbretê wergire.
Aboriyeke xopan
Li ser asta aborî jî, Îran bi karesateke herî mezin re rû bi rû maye. Ji meha sibatê ve, rêjeya enflasyonê bi rîtma salane û li gorî daneyên rojnameya Le Monde ya Fransî, gihîşt % 42.5 ku wekî hejmareke dersînor tê pênasekirin.
Di meha borî de bihayê dolar gihîşt 70 hezar tûmenî, li gorî vê yekê bihayê diravê niştimanî yê Îranê daketina herî mezin di dîroka xwe de tomar kir.
Guhertina çaverêkirî
Îran di rewşeke herî aloz a wer de ye ku berî ragihandina fermî ya mirina serokkomar, rêber bi xwe dîsa tê ser xetê û ji Îraniyan re dibêje 'Xema tiştekî nexwin, îdareya welêt dê bi ti arîşeyan re rû bi rû nemîne!'
Haya rêber ji vê rewşa bi kirîzan dagirtî heye lê rola xwe ya dîrokî digerîne û dixwaze her kesî piştrast bike ku ew li vir e û bêyî ku guhertineke mezin derkeve holê, dê keştiyê bigihîne qeraxeke aram.
Alternatîfê serokkomar
Hemû nîşan ber bi wê yekê ve diçin ku rêberê bilind ê Komara Îslamî ya Îranê bi taybetî di rewşa niha ya Rojhilata Navîn de, rê nade ku ezmûna serokkomarên berî Reîsî dubare bibe. Ji Refsincanî bigire hetanî Rûhanî, Xatemî û Ehmedînejad jî di nav de, her tim arîşeyên rêber bi serokatiya komarê re hebûn û her tim jî cure parçebûneke rêjeyî li holê hebû.
Tişta ku niha pêwîstiya Xamineyî pê heye berdewamkirina heman rêbazê ye ku Îbrahîm Reîsî peyrew dikir. Ango hemahengiyeke tam di navbera hikûmet û dewletê de, di navbera serokatiya komarê û ofîsa rêberê bilind de, serokkomarekî ku ne rexnegir, dabeşker û parçeker be, li şûnê û di heman demê de berhevkerê artêşa Pasdaran û artêşa fermî be!
Lewra, divê alternatîfê Reîsî kesayetiyek be ku xwediyê heman taybetmendiyên kesayetiya Reîsî bi xwe be.
Bereya dostan
Di vê çarçoveya giştî de û li ser asta derve jî, wer naxuye ku mirina Îbrahîm Reîsî dê bandoreke radîkal li ser ser dostên Îranê li navçeyê bike. Ji milîs û komikên çekdar ên Îraq, Libnan û Yemenê bigire hetanî Sûriyeya Esed û Rûsyaya Pûtîn, pergala têkilîdanîn û reftarkirinê ne bi hikûmet û serokê wê re ye, li şûnê bi nivîsgeha kesê yekem ê Îranê ango rêberê bilind bi xwe re ye.
Li Îranê dewlet heye û hikûmet jî heye. Ya girîng ku hevkêşeyan yekalî dike navenda biryargirtinê ye ku dewletê bi rê ve dibe, ango rêberê bilind e, ne serokkomar e ku bi awayekî demkî hikûmetê bi rê ve dibe. Loma, hemû nîşan me ber bi wê yekê ve diajon ku guhertineke radîkal di hevkêşeya dostên Îranê de çênabe.
Berevajî vê yekê, dibe ku li ser asta derbirîna sozdarî û hestan wan bêtir nêzî hev bike. Serokkomar bi awayekî trajîk canê xwe ji dest da lê Îrana dewlet hewl dide bi awayekî dorfireh hilberîneke sembolîk li ser vê mirinê bike û wê bike mekanîzmayeke zêdetir ji bo derketina demkî ji krîzên xwe yên gelek.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin