AFP: ASAyê Efrîn talan kir

AFP: ASAyê Efrîn talan kir

Di çarçoveya operasyona dijî Efrînê de ASAya ku bi piştevaniya Tirkiyeyê ket Efrînê bajar talan kir. Li gor nûçeya AFPê milîtanên ASAyê bi zorê dikevîn dikanan, restorantan û malan.

A+A-

Agence France Presse (AFP)ê daxuyand ku milîtanên ASAyê li gihîştiyê bajêr li kolanan li pêş tankên dewleta Tirkiyeyê wêne kişandin û kêfxweşî kirin.

Ajansê da zanîn ku pîrozbahiyên milîtanên ASAyê li bajêr vegeriya cezakirin û talankirinê.

Serhildêrên bi piştevaniya Enqereyê, malên niştecihên Efrînê talan kirine û peykerê Hesinker Kawa hilweşandine.

AFPê di nûçeya xwe de wiha got: "Milîtanan êrîşî dikanan, restorantan kirine û bi zorê ketine malên sivîlan. Xurek, amûrên elektronîk, betaniye û her wekî din li kemyonetên xwe barkirin û birine."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin