AFP: Koalîsyon, çekên giran ên nû dişîne Minbicê
Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xelîl Mistefa ji AFP’ê re dîyar kir ku koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê, di çend rojên dawîn de, gerên xwe yên li herêma Minbicê zêdetir kiriye.
A+A-
Xelîl Mistefa ragihand ku hêzên koalîsyonê bi helîkopteran ji esmên çavdêriya herêmê dike û got ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ku YPG pêşengiya wê dike, dijî operasyona Artêşa Tirk ya gengaz xendek kolandine û eniyên xwe xurt kirine.
Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) îdia dike ku li herêma Minbicê 350 leşkerên koalîsyonê hene û piranîya wan Amerîkî ne.
Li gor nûçeya Agence France-Presse AFP’ê, SOHR, jêderên leşkerî yên herêmê û rojnameya El-Vatan diyar dikin ku koalîsyonê hêzên nû û çekên giran şandine Minbicê.
Rêvebirê Civata Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebu Adil jî da zanîn ku ew gefên Tirkiyê cidî dibînin û got ku koalîsyona navneteweyî hêzên xwe yên li Minbicê zêdetir kiriye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin