AGAHDARÎYEK GIRÎNG JI BO TEMAŞEVANÊN ÇARPEL MEDYA
Heger hun dixwazin Çarpel Medya bibe dengek hîn bi hêztir, rexne û pêşnîyarên xwe bighînin me. Hun jî dikarin bi abonetîya xwe ya Youtube ya Çarpel Medya piştgirîya me bikin.
A+A-
Wek hun dizanin Çarpel Medya hefteyeke dest bi weşana xwe kirîye.
Çarpel Medya dixwaze bibe dengê we hemû Kurdistanîyan. Her rûdan an bûyerên ku Kurd û Kurdistanîyan eleqedar dike mijarên Çarpel Medya ye. Em ji nuha ve 20 bernameyên cûda bi 20 pispor, akademîsyen û bi bernameçêkerên cûda re tînin ser ekranê Çarpel Medyayê. Ji nuha ve bi hezaran Kurdistanî bernameyên me dişopînin. Ev ji bo me cîyê kêfxweşîyî ye û me hîn bêtir motîve dike. Em spasdarê we ne
Heger hun dixwazin Çarpel Medya bibe dengek hîn bi hêztir, rexne û pêşnîyarên xwe bighînin me. Hun jî dikarin bi abonetîya xwe ya Youtube ya Çarpel Medya piştgirîya me bikin.
Tenê pêl vê lînkê bikin û bibin abone:
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin