
Agirê daristanên Pawe heta niha jî nehatîye vemirandin
Canê 3 jîngehparêzên kurd jî standibû
A+A-
Navenda Nûçeyan - Agirê ku ev çend roj in bi daristanên bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê ketîye, heta niha jî nehatîye vemirandin.
Nêzîkî hefteyekê ye agir bi daristanên deverên Bozîn û Mirxêl yên bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê ketîye.
Li gorî agahîyan, heta niha jî ew gir nehatîye vemirandin.
Çend roj berê 3 jîngehparêzên kurd, di dema vemirandina wê şewatê de canê xwe ji dest dabûn.
Tê gotin ku heta niha 1400 hiktar (14 km çargoşe) daristanên Pawe şewitîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin