Ahmed Turk hat tewqîfkirin
Hevserokê Şaradarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmed Turk îro (24.11.2016) ji alîyê mahkemê ve hat tewqîfkirin.
A+A-
Hevserokê Şaradarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmed Turk îro (24.11.2016) ji alîyê mahkemê ve hat tewqîfkirin. Ahmed Turk di 17ê Mijdarê de ji karê xwe hatibû dûrxistin; di 21ê Mijdarê de hatibû binçavkirin û 5 roj qedexekiribûn ku awûqat û malbata wî pê re bikeve têkilîyê.
Ahmed Turk di 1973ê vir ve di nav sîyasetê de ye; di hilbijartina 30ê Adara 2014ê de li Mêrdinê ji bo şaraderîya mezin hatibû hilbijartin.
Herweha îro li hember şaredariya Qoser û Bedlîsê operasîyon çêbûn; şaredarê Bedlîsê Huseyin Olan jî hat binçavkirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin