Ahmed û Mehmed Altan hatin binçavkirin
Du birayên nivîskar û rojnamevanên navdar ên li Tirkiyê Ahmed Altan û Prf. Mehmed Altan îro serê sibê li Stenbolê hatin binçavkirin.
A+A-
Du birayên nivîskar û rojnamevanên navdar ên li Tirkiyê Ahmed Altan û Prf. Mehmed Altan îro serê sibê li Stenbolê hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku Ahmed Altan ji ber sedema rojek berê darbeya 15ê Tîrmehê di programeka televîzyona bi navê ”Can Erzincan TV” de di axaftina xwe de îmaya derbeyê kiriye, hatîye binçavkirin. Ev program ji aliyê Nazli Ilicak û Mehmed Altan ve hatibû birêvebirin.
Piştî derbeya nebiserketî ya 15ê Tîrmehê him rojnamevan Nazli Ilicak him jî televîzyona bi navê ”Can Erzincan TV” bi îddîaya ku têkilîya wan bi rêxistina FETO re hene, hatibûn girtin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin